Reutersê hurgiliyên hevdîtina wezîrên Tirkiye û Sûriyê eskere kir...

30 December 2022 21:21 0 dîtin
Reutersê hurgiliyên hevdîtina wezîrên Tirkiye û Sûriyê eskere kir...

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê, hurgiliyên hevdîtina Wezîrên Berevaniya Tirkiye Hulusî Akar û hemkarê wî yê Sûriyê li Moskowê eşkere kir û ragihand, ewlekariya sînoran û helwesta hevpar a Tirkiye û Sûriyê li dijî hêzên Kurd hatine gotûbêjkirin.

Rayedarekî Tirk ku nexwestiye navê xwe bide li ser vê hevdîtina piştî 10 salan a wezîrên Tirkiye û Sûriyeyê bi navbeynkariya Rûsyayê ji Reutersê re gotiye ku di hevdîtinê de; yekparçebûna xaka Sûriyeyê û çawaniya hevkariya dijî ‘Hêzên Kurd û rêxistina DAIŞê’ hatine nirxandin. Herwiha destnîşan kiriye ku ji bo Tirkiyeyê tişta herî girîng ewlekariya sînoran e.

“Dixwazin destkeftiyên Kurdan ji wan bistînin”

Li aliyê din yek ji berpirsênr Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd jî ji Reutersê re daye xuyakirin, ew li bendê ne piştî vê hevdîtinê li dijî berjewendiyên gelê Sûriyeyê hejmarek rêkeftin û planên nû derkevin holê.

Çiya Kurd gotiye, vê rewşê hiştiye ku fikarên Kurdên Sûriyeyê yên destkeftiyên wan ên li Rojava û rojhilatê Sûriyeyê ji destê wan bistînin çêbibin.

 “Hevdîtina Tirkiye û Sûriyê ne mimkun xuya dikir”

Li gorî raporta Reutersê hevdîtinên nêzîkbûnê yên navbera Tirkiye û Sûriyeyê heta niha wekî ne mimkun xuya dikir. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji Esed re digot terorîst û dida xuyakirin ku heta ew li ser kar be, aştî pêk nayê. Esad jî ji bo Erdogan peyva diz bikar anîbû û gotiye, wî erda Sûriyeyê dizî ye.

Çavkaniyên rojnameya El Weten a rejîma Sûriyeyê dibêjin, civîna wezîran nîşan daye ku êdî hatiye asta daxwaziyên Şamê û hevdîtin mimkun bûye.