Reutersê, dîroka hevdîtina Tirkiye, Suriye û Rusyayê eskere kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Reutersê hatin ragihandin, rayedarê Tirk ji Reutersê re axiviye û di derbarê dîroka hevdîtina sêalî ya navbera Rusya, Tirkiye û Suriyeyê de agahî parve kirine.
Di agahiyên ku hatin dayîn de hat diyarkirin ku rayedarê Tirk, ji ajansa Reutersê re axivî û diyar kir ku civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Tirkiye, Suriye û Rusyayê, dibe ku beriya serdana Çavuşoglu ya Amerîkayê yan jî piştî wê pêk were.
Hat diyarkirin ku rayedarê Tirk, amaje bi wê yekê kiriye ku dibe hevdîtin hefteya bê pêk were, lê belê hîn roja wê ne diyar e û dan û stendin berdewam in.
Rayedarê ku ev agahî dan, bi berdewamî got ku
"Dan û stendin berdewam dikin û dîroka rast jî nehatiye diyarkirin. Di hevdîtinê de tu pirsgirêk tuneye. Li ser mijara demê, xebat tê kirin. Dibe ku civîn, li Moskowê, yan li dereke din were kirin.”
Heman rayedarî da zanîn ku dibe hevdîtina sê alî, berî yan jî piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ya Amerîkayê ya 18ê Çile be.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, di 28ê Kanûnê de bi Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan re çûbû paytexta Rusyayê Moskowê û piştî 11 salan, pêwendiya yekemîn bi Suriyeyê re hatibû danîn.
Akar û Fîdan, Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniya Suriyeyê Elî Mehmûd Ebas, li Moskowê, bi serokên îstîxbarata Rusyayê û Suriyeyê re hevdîtin kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin