Suriye: Hevdîtina ligel Tirkiyeyê, erênî derbas bû

29 December 2022 17:30 0 dîtin
Suriye: Hevdîtina ligel Tirkiyeyê, erênî derbas bû

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Suriyeyê ve di derbarê hevdîtina şanda Tirkiyeyê ya ligel rayedarên Suriyeyê de daxuyanî hat dayîn. Li gorî daxuyaniyê, hevdîtin erênî derbas bûye.

Di daxuyaniya wezaretê de li ser hevdîtina Wezîrê Berevaniya Neteweyî yê Tirkiyeyê Hulusi Akar û Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan nirxandina pêşîn hat kirin.

Di daxuyaniyê de li ser hevdîtina ku li Rusyayê ligel şanda Tirkiyeyê hat kirin de hat gotin ku “Alî, li ser gelek mijaran axivîn. Hevdîtin, bi awayekî erênî derbas bû.”

Di hevdîtina ku duh li Moskowê hat kirin de Wezîrê Berevaniya Neteweyî yê Tirkiyeyê Hulusi Akar û Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniya Suriyeyê Elî Mehmûd Ebas civiyabûn.