Yunanîstanê, sertek da ber hevdîtina ligel Tirkiyeyê

11 November 2022 18:30 0 dîtin
Yunanîstanê, sertek da ber hevdîtina ligel Tirkiyeyê

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Yunanîstanê Nikos Panagiotopoulos, di parlamentoyê de li ser rewşa navbera Yunanîstan û Tirkiyeyê axivî. Wezîrê Yunanîstanê, ji bo rêya hevdîtinê şertek da ber rayedarên Tirkiyeyê.

Nikos Panagiotopoulos, di axaftina xwe de bal kişand ser serwerî û mafên neteweyî yên welatê xwe û got,

“Daxwaza me ew e ku di mijara têkiliyên navbera Yunanîstan û Tirkiyeyê de jihevfêmkirin hebe û hêrs were kêmkirin. Bi taybetî jî li baskê başûr-rojava yê NATOyê, bi taybetî li vê xaça jeopolîtîk, derketina aciziyan, ji bo herdu welatan jî ji bo yekparçeyiya NATOyê jî tiştekî ne baş e.”

Wezîrê Yunan, di dewama axaftina xwe de xwest ku rayedarên Tirkiyeyê dawî li helwesta xwe ya li dijî Yunanîstanê bînin û got,

“Şertê me yê pêşîn ê ji bo rêya diyalogê ew e ku gotinên êrîşkar û zimanê dijminane yê li dijî dost û hevkarekî NATOyê ku rasterast li dijî ax û serweriya me tê kirin û binpêkirinên bi awayê vekirî tên kirin, werin bidawîkirin. Tiştê herî cidî jî ew e ku balafirên Tirkiyeyê, li ser axên Yunanîstanê zêde difirin, qesta min jî ev firîn in.”

Wezîr Panagiotopoulos, di dawiya axaftina xwe de qala pêwendiyên xwe û Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar kir û da zanîn ku divê pêwendî baş bin lewra başbûna pêwendiyan, ne tenê daxwaza herdu welatan, daxwaza herdu gelen e jî.