Civîna Xezzeyê ya li Erebistana Siûdî tê lidarxistin

09 February 2024 10:28 0 dîtin
Civîna Xezzeyê ya li Erebistana Siûdî tê lidarxistin

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Erebistana Siûdî bi beşdariya wezîrên karên derve yên welatên erebî ji bo gotûbêjkirina rewşa Xezzeyê ku ev zêdeyî 4 meh in êrişên Îsraîlê dewam dikin, wê civîneke şêwirê li dar bixe.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Erebistana Siûdî da hat destnîşankirin ku Wezîrê Karên Derva Feysel bîn Ferhan pêşwaziya wezîrên ku ji bo rewşa Xezzeyê hatin welêt kir.

Di daxuyaniyê de, wêneyên Bin Ferhan ligel hevtayên xwe yên ji Urdun, Misir, Qeter û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat), Eymen el-Safedî, Semîh Şukrî, Mihemed Bin Abdurrahman û Ebdullah Bin Zayid û wêneyên kêliyên pêşwazîkirina Huseyîn El-Şêx Sekreterê Giştî yê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) hatin parvekirin.