Civînên Astanayê bidawî bûn: Li ser 7 xalan li hev kirin...
PeyamaKurd - Hevdîtinên Astanayê yên 20emîn ku bi beşdariya Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyê du rojan dewam kir, bidawî bûn û encamnameyek hate eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya hevbeş a civînên gera 20emîn ên Astaneyê, li ser Rojavayê Kurdistanê jî aliyan “rêveberiya xweser a li bakurê rojhilatê Sûriyê” red kir û biryar dan ku nexşerêyekê ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de amade bikin.
Di daxuyaniya hevbeş de xalên her çar dewletan li ser li hev kirine wiha hatin ragihandin:
1- Tekezî li ser rola sereke ya “pêvajoya Astanayê” di pêşxistina çareseriyeke domdar ji krîza Sûriyê re hate kirin.
2- Dê pabendbûna bi serwerî, serxwebûn, yekîtî û yekparçebûna axa Komara Erebî ya Sûriyê, li gor prensîpên Peymana Netewên Yekbûyî berdewam be.
3- Di şêwirên cîgirên wezîrên derve (Rûsya-Tirkiye-Sûriye-Îran) yên avaker de, nexşerêyek ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de, bi hevahengiya ligel wezaretên berevaniyê yên her çar welatan hat amadekirin.
4- Tekezî li ser pêşvebirina vê proseyê li ser bingeha niyazpakî û cîrantiya baş ji bo rûbirûbûna terorîstan û peydakirina mercên guncaw ji bo vegera koçberan a ewle, xwebexş û bi rûmet bo Sûriyê hate kirin.
5- Rewşa li bakurê rojhilatê Sûriyê hat gotûbêjkirin û beşdaran li ser wê yekê li hev kirin ku ewlekarî û aramiya herdemî li vê deverê, tenê bi parastina serwerî û yekperçetiya axa Sûriyê pêk tê. Hemû înîsiyatîfên neqanûnî yên ji bo dirustkirina rêveberiya xweser bi hinceta têkoşîna li dijî terorê, hatin redkirin.
6- Çareseriyeke leşkerî ji pirsgirêka Sûriyê re nîne, beşdaran pabendbûna xwe bi pêşdebirina proseya siyasî ya demdirêj û guncaw, li gorî biryara (2254) a Encûmena Asayişa Navdewletî, dubare kirin.
7- Ji bo piştgirîya baştirkirina rewşa mirovî li Sûriyê û pêşketina di proseya çareseriya siyasî de, aliyên beşdar bang li civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî û saziyên wê yên mirovî kirin ku alîkariyan ji bo seranserê Sûriyê zêde bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin