Tarîxa gera 17emîn a civînên Astanayê hat eskere kirin

16 November 2021 22:01 0 dîtin
Tarîxa gera 17emîn a civînên Astanayê hat eskere kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Kazaxistanê Muxtar Tîleuberdî ji rojnameya El-Yewm re eşkere kir ku gera 17an a civînên Astanayê ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ligel nûnerên rejîma Sûriyê têne lidarxistin dest pê dike.

Wezîrê Derve yê Kazaxistanê Muxtar Tîleuberdî ragihand: “Amadekariyên me temam in ku danûstandinên têkildarî Sûriyê di 20ê Kanûnê de li dar bikevin. Rûsyayê bi awayekî fermî muzakereyek ji me re şand. Niha em li benda aliyên din in ku muzakereyan bi rê bikin. Piştre em ê dest bi şandina vexwendnameyên fermî yên civînê bikin.”

Tîleuberdî got: “Niha lihevkirinek heye ku civîna wezîrên derve yên hêzên garantorên gera Astanayê (Rûsya, Tirkiye û Îranê) di çarçoveya danûstandinên Sûriyê de li Kazaxistanê li hev bicivin. Me jî piştrast kir ku ji bo lidarxistina civînê em amade ne. ”

Civîna 16an a derbarê Sûriyê de, di navbera rojên 7 û 8ê Tîrmehê de, li paytexta nû ya Kazaxistanê Nûr Sultanê bi beşdariya şandên dewletên garantor, hikumeta Şamê û opozîsyona Sûriyê hatibû lidarxistin.