Gera nû ya civînên Astanayê sibe destpê dike

09 December 2019 21:07 0 dîtin
Gera nû ya civînên Astanayê sibe destpê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku gera 14emîn a civînên formata Astana li ser Sûriyê, bi serpereştiya Rûsya- Tirkiye û Îranê sibe 10ê Kanûnê destpê dike û du rojan dewam dike.

Biryar bû gera 14emîn ya civînan di nîvê Mijdara borî de bihata lidarxistin, lê belê Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê civîn heta destpêka Kanûnê bipaş xistibû.

Civînên Astanayê di Çileya 2017an de bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser mijara Sûriyê hatibûn destpêkirin û heta niha 13 caran bi formanta Astanayê civîn hatine lidarxistin.

Di civînên Astanayê de, aliyê rejîma Sûriyê, beşek ji opozîsyonê û hersê welatên garantor beşdariyê dikin.

Herwiha Rûsya van civînan hewil dide proseya Cenevê ya çareseriya siyasî bo krîza Sûriyê ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî berdewam dike, vala were derxistin û proseya Astanayê esas were girtin.