Di navbera DYA û Tirkiyeyê de civînên Mekanîzmaya Stratejîk destpê dikin

07 March 2024 14:10 0 dîtin
Di navbera DYA û Tirkiyeyê de civînên Mekanîzmaya Stratejîk destpê dikin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên her dû aliyan wê sibê di navbera DYA û Tirkiyeyê de civînên Mekanizmaya Stratejik pêk bên.

Piştî pesendkirina Tirkiyeyê ya endamtiya NATO ya Swêdê û froştina F-16an a DYA ya ji Tirkiyeyê re nirxandinên wiha hatin kirin ku di pêwendiyên Enqere û Washingtonê de bendeke gring derbaz kirin.

Di civînên Mekanîzmaya Stratejîk yên ku wê li Washingtonê pêk bên de wê şandeya Tirkiyeye di bin serokatiya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û ya DYAyê jî di bin serokatiya Wezîrê Derve yê DYA Antony Blinken de hewl bidin ku pêwendiyên navbera herdu welatan normalîze bikin.

Tê gotin ku wê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan beriya civîna sibê wê li Washingtonê bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka Spî Jake Sullivan û hin senatoran re bicive.

Piştî van hevdîtinên Fidan wê Rêveberê Rêxistina Sîxuriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) Ibrahîm Kalin bi Dîrektorê CIA'yê William Burns re bê cem hev.

Beriya hevdîtinan rayedarekî hikûmeta DYAyê ji çapemeniya Tirkiyeyê re axivî. Rayedarê DYAyî diyar kir ku ew dixwazin bi Tirkiyeyê re ji bo siberojê, rojeveke erênî û stratejîk ava bikin û got:

“Geşedanên dawî yên di qada siyasî de pêk hatin, ji bo vê yekê bingeheke gring ava kirine. Ji bo vejandina pêwendiyan ev demeke guncaw e. Em dizanin di siberojê de di kîjan waran de hevkariyê bikin."