Çîn: Di navbera me û Tirkiyeyê de hevkarî dê berdewam be
PeyamaKurd- Balyozê Çînê yê Tirkiyeyê Liu Shaobin diyar kir ku Çîn û Tirkiye, li cihanê û li herêmê xwedî bandoreke girîng in û got ku têkiliyên hevkariya stratejîk ên di navbera herdu welatan de berdewamî pêşve diçin.
Liu Shaobin, li ser têkiliyên Çîn û Tirkiyeyê nirxandinan kir. Shaobin, di Lûtkeya Demokrasiyê ya ku ji aliyê Amerîkayê ve hat lidarxistin wekî polarîzekirin û rûbirûbûnê nirxand û destnîşan kir ku lûtkeya ku Tirkiye nehat vexwendin, ji bo "hegemonyaya reaktîf biparêze" ya rêveberiya Amerîkayê hatiye pergalkirin.
Shaobin Amerîka tawanbar kir ku li gorî pîvanên xwe "cîhanê bi awayekî demokratîk û nedemokratîk dabeş dike."
Shaobin bal kişand ku Çîn û Tirkiye "li cihanê û herêmê xwedî bandoreke girîng in" û wiha got:
"Em wekî welatê Çînê, bi perspektîfeke dûr û dirêj û stratejîk li têkiliyên dualî dinihêrin. Ez hêvî dikim ku têkiliyên Çîn û Tirkiyeyê ne tenê di warên dualî de geşedanên berbiçav bi dest bixin, lê di heman demê de bandoreke mezin li ser aştiya navçeyî û cîhanî jî hebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin