Amerîka: Dostaniya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de wê berdewam be

04 May 2023 10:29 0 dîtin
Amerîka: Dostaniya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de wê berdewam be

PeyamaKurd – Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya li ser tora civakî ya karûbarên Rojhilata Nêzîk de, tekezî li ser dostaniya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat kirin. Wezaretê got: "Hevkariya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistana Iraqê de xurt û berbelav berdewam e."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevkariya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistana Iraqê de bi hêz û berfireh berdewam dike."

Di daxuyaniyê de wêneyê hevdîtina Barbara Leaf bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hat parvekirin û wiha hat gotin: "Cîgira Wezîr Barbara Leaf û Mesrûr Barzanî li ser çawaniya hevkariya bi Bexda û Amerîkayê re wê li Herêma Kurdistanê ewlekarî û îstiqrara zêdetir peyda bike gotûbêj kirin."

Di wê posta bi wêneyê hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Leaf de nivîsa "Cîgira Wezîr Barbara Leaf bi dîtina Mesûd Barzanî gelekî kêfxweş bû û ji bo vekirina Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî di dawiya vê mehê de pîrozbahî lê kir" hat nivîsîn.

Di posta ku bi wêneyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hatiye parvekirin de, hat ragihandin ku Leaf û Nêçîrvan Barzanî li ser têkiliyên Amerîka û Herêma Kurdistanê û herwiha nêrîna Herêma Kurdistanê ya ji bo her kesî gotûbêj kirine.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Me li hev kir ku ev yek ji bo pira dubendiyan di nava herêmê de pêwîst e û em spasiya serokatiya wî di vê mijarê de dikin."