Senatorên Amerîkî: Navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê wê bihêz bimîne

23 October 2021 13:36 0 dîtin
Senatorên Amerîkî: Navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê wê bihêz bimîne

PeyamaKurd – Li Amerîkayê Senatorê ji Demokratan Chris Van Hollen û Senatorê ji Komariyan Marco Rubio, projeyasayek ji bo bîranîna 30 saliya derxistina biryara herêma dijî firînê û Herêma Aram pêşkêşî Kongresa Amerîkayê kir û di wê projeyasayê de, pesnê Herêma Kurdistanê didin ku her dem penageheke aram bûye ji bo hemû kesên ji ber tundiyê reviyane.

Her du senatorên Amerîkî, pesnê biryara pêkanîna herêma dijî firînê û Herêma Aram didin û tekez dikin ku hevbeşiya navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê wê bihêz bimîne.

Herwiha her du senatorên Amerîkî di projeyasayê de diyar dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî tundrewî û terorê de weke hevbeşê xweragir ê Amerîkayê bûne.