Senatorên Amerîkayê ji Biden pirsên li ser Herêma Kurdistanê kirin

11 February 2023 19:39 0 dîtin
Senatorên Amerîkayê ji Biden pirsên li ser Herêma Kurdistanê kirin

PeyamaKurd – 3 endamên Kongra Amerîkayê ji serokê Amerîkayê Joe Biden pirsên li ser Herêma Kurdistanê kirin û xwestin heya roja înê ya 24 ê mehê bersiva pirsan bide. Endamên komîta têkiliyên karên derve Michael Waltz, Kevin Hearn û Joey Wilson, ji serok Biden pirsên siyaseta wî ya li ser Herêma Kurdistanê kirin. Pirsên hatine kirin ev in:

-Wê Amerîka finansa veberhênanên enerjiyê yên ku li Herêma Kurdistanê kiriye çawa biparêze?

-Amerîka çawa dikare teyîd bike ku hukumeta Iraqê li Herêma Kurdistanê mafên destûrî temîn kiriye.

-Ji bo bibe perçeyekî ji sîstema bergiriyê ya hukumeta Iraqê, hukumeta Iraqê alîkariyê dide hêzên Pêşmerge an nade û çawa dikare piştrast bike ku hukumeta Iraqê desteka ji bo grûbên çekdar yên Iraqê biriye?