Civînên komîteyên siyasî û ewlehiyê wê di navbera Iraq û Tirkiyê de bên lidarxistin
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku wezîrên her du welatan bi Tirkiyê re li hev kirine ku di meha Tebaxê de civînên komîteyên siyasî û ewlehiyê pêk bînin.
Alîkarê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ku di çarçoveya Lûtkeya Aştiyê ya Ukraynayê ya ku li Bûrgenstockê bi mazûvaniya Swîsreyê hat lidarxistin de hatin ba hev, li ser lidarxistina civîna komîteyên siyasî û ewlehiyê yên di navbera her du welatan de li hev kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê de hat diyarkirin ku civîna ku tê plankirin di meha Tebaxê de bê lidarxistin wê bi serokatiya wezîrên derve yên Iraq û Tirkiyeyê bê kirin.
Li gorî daxuyaniyê, her du wezîr wê bandorên serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a meha Nîsanê ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.
Di civînê de wê "Projeya Rêya Pêşketinê" ya di navbera Tirkiye, Iraq, Qeter û Îmaratê de jî bi berfirehî bê nîqaşkirin.
Beriya serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a 22ê Nîsanê, di hevdîtinan de du rayedarên hikûmetê di warên têkoşîna li dijî terorê, bazirganî, çandinî, enerjî, av, perwerde, tenduristî û veguhestinê de 26 peymanên hevkariyê îmze kiribûn.
Serokomar Erdogan piştî Bexdayê serdana paytext Hewlêrê kir û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin