Gera 19an a Civînên Astana bo Sûriyê, di bin siya êrîsan de dest pê kir

22 November 2022 20:23 0 dîtin
Gera 19an a Civînên Astana bo Sûriyê, di bin siya êrîsan de dest pê kir

PeyamaKurd – Gera 19emîn a Civînên Astana yên derbarê Sûriyê de ku di navbera hersê welatên garantor Rûsya, Tirkiye, Îran û şandên rejîma Sûriyê û komên opozîsyona nêzîkî Tirkiyê de pêk tên, îro 22yê Mijdarê li Kazaxistanê dest pê kir.

 Hat ragihandin ku wê civîn 2 rojan dewam bike û ji bilî şandên Tirkiye, Rûsya û Îranê wê nûnerên dewletên çavdêr jî beşdariya civînan bikin.

Civînên Astanayê vê carê di bin siya êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê bi ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de têne kirin ku hejmarek leşkerên girêdayî hikûmeta Şamê jî di wan êrîşan de hatine kuştin.

Berî destpêkirina Civînên Astanayê Cîgirê wezîrê karên derve û nûnerê serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mikhail Bogdanov gotibû, gera bê ya her sê aliyên Astanayê (Rûsya, Tirkiye, Îran) wê di navbera rojên 22-23yê Mijdarê de were lidarxistin.