Gera 16mîn a danûstandinên Astanayê ya derbarê krîza Sûriyê de birêve diçe
PeyamaKurd – Li paytexta Kazaxistanê, gera 16mîn a danûstandinên Astanayê ya derbarê krîza Sûriyê de birêve diçe. Nûnerê Rûsyayê diyar dike, divê alîkariyên mirovî di rêya Şamê re derbasî Sûriyê bibin.
Gera 16emîn a danûstandinên Astanayê îro û sibe (7 û 8 Tîrmehê) li bajarê Nur-Sultan Paytexta Kazaxistanê bi amadebûna şanda hikûmet û opozîsyona Sûriyê û bi çavdêriya Netewên Yekgirtî û her sê welatên gerentîkar (Rûsya, Tirkiye û Îranê) bi rê ve diçe.
Di vê gerê de, careke din gîhandina alîkariyên mirovî, pirsa vegera penaberan û pêşxistina mekanîzma agirbestê li devera kêmkirina aloziyan dê werin gotûbêjkirin.
Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Karûbarên Sûriyê Alexander Lavrentiev diyar kir, welatê wî dixwaze mekanîzma gîhandina alîkariyên mirovî di rêyên sînorî re werin rawestandin, ji ber ku ew digîhin destê komên terorîst. Divê alîkarî bi rêya Şamê re derbas bibin.
Ji aliyê xwe ve, Tirkiye jî ji ber helwesta xwe ya li dijî Rojavayê Kurdistanê, red dike alîkariyên mirovî di rêya Til Koçerê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.
Danûstandinên Astanayê yên taybet bi krîza Sûriyê di meha Çileya 2017an de bi gerentiya Rûsya, Tirkiye û Îranê û beşdariya Nûnerê NY yê taybet ji bo Sûriyê Staffan De Mistura li Astana Paytexta Kazaxistanê di navbera şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê destpê kiribû.
Tevî ku danûstandinên Astanayê ji bo çareseriya siyasî destpê kiribû, lê welatên gerentîkar zêdetir pirsên leşkerî dixin karnameyên wê û lihevkirinên ji piştî her gerekê tên encamdan, di pirsên leşkerî û kişandina nexşeya leşkerî li ser erdê de dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin