Sibê gera 13an a danûstandinên Astanayê dest pê dike
PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Kazaxistanê, di beyannameyekê de ragihand, sibe gera 13emîn a danûstandinên Astanayê di derbarê rewşa Suriyê de, bi amadebûna nûnerên hikûmeta Suriyê, Opozisyona wê, û şandên welatên beşdar, dest pê dike .
Di beyannameyê da xûyakirin, ku Nûnerê Navdewletî ji bo Sûriyê Gêir Pêdersen ji ber pirsgirêkên tendirustiyê di vê gerê de, amade nabe. Ligor rojnameya el-Weten jî, şanda hikumetê ber bi paytexta Kazaxistanê Nur Sultan ve bi rê ketiye .
Her li gor beyannameyê, ev yekem car e, nûnerên Iraq û Libnanê wekî çavdêr, wê beşdarî hevdîtinan bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin