Gera 17. a Astanayê dest pê kir: ‘Tirkiyê sozên xwe bicih neanîne!’

21 December 2021 17:01 0 dîtin
Gera 17. a Astanayê dest pê kir: ‘Tirkiyê sozên xwe bicih neanîne!’

PeyamaKurd – Civîna garantorên Sûriyê ya 17emîn a Astanayê ku bi beşdariya Rûsya, Îran, Tirkiye, Neteweyên Yekbûyî û şandên opozîsyon û rejîma Sûriyê pêk tê, li paytexta Kazaxistan Nur Sultanê dest pê kir.

Şandeyên Îran, Rûsya, Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî şandeya hikumeta Şamê bi serokatiya cîgirê wezîrê derve Eymen Sosan û şanda komên çekdarên girêdayî Tirkiyê tev li civînê bûn.

Nûnerê serokê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Aleksander Lavrentiev di civîneke çapemeniyê de ku li Nûr Sultanê pêk hat de got: “Dewleta Tirk heta niha sozên xwe neanîne cih.”

Lavrentiev diyar kir ku ew ji ber zêdebûna tevgerên rêxistinên terorîst û DAIŞê, li Sûriyê bi fikar in û got, ne dûr e gera 7an a Komîteya Destûrê di Çileya 2022yan de li dar bikeve.