Gera 22yan a hevdîtinên Astana yên Sûriyê dest pê kir

11 November 2024 18:46 0 dîtin
Gera 22yan a hevdîtinên Astana yên Sûriyê dest pê kir

PeyamaKurd - Li paytexta Qazaxistan Astanayê bi beşdariya welatên garantorên Sûriyê Rûsya, Îran û Tirkiyê 22yemîn Danûstandinên Astanayê dest pê kir.

Şanda danûstandinan a Hikûmeta Sûriyeyê bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve Eymen Raad û şanda opozîsyona Sûriyeyê jî bi serokatiya Ehmed Toma digel 11 şandên cuda yên welatên garantor tevlî civînan dibin.

Rûsya bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê yê ji bo Karên Sûriyeyê Alexander Lavrentiev, Tirkiye bi serokatiya Midûrê Giştî yê Têkiliyên Siyasî yên Dualî ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Mustafa Yurdakul, Îran jî bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê ji bo Karûbarên Taybet ên Siyasî Elî Esger Hacî beşdarî civînan dibin.

Herwiha nûnerên Urdun, Lubnan û Iraqê û rêxistinên navneteweyî (Neteweyên Yekbûyî, Ofîsa Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor) jî wekî çavdêr di danûstandinan de amadehiyê dikin.

Li Astanayê 11-12 Mijdarê şêwirên dualî û sêalî yên şandeyan wê bên kirin û piştre jî civîneke giştî û civîna çapemeniyê ya serokên şandan were lidarxistin.