Çiya Serîf: Em ê 20ê Cotmehê bersiva her kesî bidin!
PeyamaKurd – Parlementerê PDKyê Çiya Şerîf tekez kir, “Em bi wan kesan re mijûl nabin ku propagandaya reş li dijî partiya me dikin, bi encamên ku dê 20ê Cotmehê ji sindoqan derkevin, em ê bersiva pêwîst bidin her kesî.”
Piştî biryara lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku ev nêzî 2 salan e dihat bipaşdexistin û 20ê Cotmehê dê bên lidarxistin, xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî zêdetir bûn.
Di demekê de ku xebatên kampanyaya wan partiyên siyasî berdewam dikin ku dê beşdarî hilbijartinan bibin, parlamenter Çiya Şerîf li ser gef û tohmetên YNKyê yên li ser PDKyê weha got: “Em bersivê nadin kesên ku ne di asta me de ne, lê didin yên di asta me de ne. 20ê Cotmehê dê bersiva pêwîst bê dayîn.”
Parlamenterê PDKyê Çiya Şerîf xebatên hilbijartinê ji bo PeyamaKurdê nirxand.
Çiya Şerîf têkildarî xebatên hilbijartinê weha got:
“Xebata me ya hilbijartinê xweş dest pê kir û bi xweşî didome. PDK kampanyayeke hilbijartinê ya demokratîk û modern dimeşîne ku ji şer dûr e. Li hemberî me heta niha tu pirsgirêk derneketiye. Karê me ne ew e ku em bersiva her kesî bidin, lê belê ew e ku em proje û xizmetên xwe pêşkêşî gelê xwe bikin. PDKyê di hilbijartinan de bi tu partiyan re tifaq nekir. Ew ê bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe. Her weha cara yekem e ku jineke kurd a êzîdî jî wek namzed di lîsteyên PDKyê de hat destnîşankirin.”
Li ser pirsa bê ka “Di lîsteyên PDKyê de tirkmen hene?”, got: “Tirkmen û Xiristiyan dê bi lîsteyên partiya xwe beşdarî hilbijartinan bibin û ew ê mafê 5 kursiyên parlamentoyê bi dest bixin. Lê li Dihokê di lîsteyên PDKê de mesîhî jî hene.”
Şerîf ew yek jî destnîşan kir ku heta niha di dema xebatên xwe yên hilbijartinan de ji aliyê welatiyan ve ji bo PDKyê bertekên erênî hene û tekez kir ku heta niha rastî tu rewşên neyînî nehatine.
Tehdîtên Bafil Talebanî: Em bersivê nadin!
Wî, li ser gef û tehdîdên Serokê YNKyê Bafil Talabanî yên mîtinga wî ya 3 roj berê ya li Silêmaniyê jî ev tişt aşkere kirin:
“Em dixwazin ku hilbijartineke serkeftî pêk were. Em bersivê nadin kesên ku me tehdîd dikin, buxtanan li me dikin û me sûcdar dikin. Ji ber ku bi me weha tê ku ne di asteke girîng de ne, em çêtir dibînin ku bersivê nedin. Ew ne di asta me de ne. Dema hilbijartinên 20ê cotmehê dê encamên sindoqan bersiva pêwîst bide her kesî. Em bersivê nadin kesên qels û bê kesayet.”
“Kurdistan ji hemû partiyan mezintir û girîngtir e”
Di dawiyê de parlamenter Çiya Şerîf diyar kir ku ew dixwazin ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi serkeftî bidawî bibin û got, “Kurdistan ji hemû partiyan mezintir û girîngtir e. Ya girîng ew e ku Kurdistan hebe û demokrasiya wê bidome. Hilbijartin bi awayekî adil pêk tên. Kîjan partî çend kursiyên Kurdistanê bi dest bixe, ne girîng e. Herêma Kurdistanê zêdetirî salekê ye ku bê parlamento maye. Dema demokrasî bi ser bikeve, statuya Kurdistanê jî wê bi ser bikeve. Eger hilbijartin bi ser bikevin dê hemû Kurdistan bi ser bikeve, hemû Kurdistan bi ser bikeve.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin