Tirkiyê bersiva Macron da: Em bi ti kesî re namesin!
PeyamaKurd- Piştî ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got “me Tirkiye û Rûsya ji hev dûr xistin”, Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag bersiva Macron da û got ku “Em her dem bi heqiyê re ne.
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag li Qeterê êrîşa Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya li dijî Rejîma Sûriyê nirxand. Bozdag wiha got: Li gorî me kuştina insanên sivîl bi kîjan çekan be, weke hev e. Ha bi çekên kîmyewî û ha bi çekên konvansiyonel. Em li Sûriyê, ne bi Amerîka ne bi Rûsya û ne bi Îranê re ji bo heman armancê dimeşin. Em li cem heqîyê ne. Em dixwazin ku li herêmê şer û pevçûn xilas bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin