Çiyayê Etnayê teqiya û jiyana xelkê xist nav xeterê

05 July 2024 00:02 0 dîtin
Çiyayê Etnayê teqiya û jiyana xelkê xist nav xeterê

PeyamaKurd – Li Îtalyayê Çiyayê Etnayê ku çiyakî volkanîke, teqiya û lav û xweliyê davêje der û dora xwe. Li gor çapemeniya Îtalyayê ev çend roje ku Çiyayê Etnayê ku dikeve Girava Sîcîlyayê, di tevgerên wê yên agirî de zêdebûn heye. Bilindahiya çiya li dora 3.300 metreye.

Di çiya de bi taybetî di kratera bi navê ‘Voragine’ de tevger zêde bûne û lav û xwelî difûre. Ji ‘Voragine’ lav diçin ‘kratera nûh’.

Xweliya ku ji çiya difûre li dora 4,5 km bilind dibe. Li gor ragihandina Enstituya Jeofîzîk û Vokanolojiyê (INGV) ya ofîsa herêma Katanyayê, bilindahiya xwelî û lavan derketiye 4,5 km yan û hem ber bi rojhilatê-başûr de diçe.

Bi sedema ewrên xweliyê li deverê, li esmana çêbûye, INGV li deverê ji bo balafiran peyama ‘hawara sor’ şand. Piştî çiya ket nav tevgerê, li ser Katanyayê xwelî bariyaye.