Li Etiyopyayê Çiyayê Dofanê teqiya

04 January 2025 20:04 0 dîtin
Li Etiyopyayê Çiyayê Dofanê teqiya

PeyamaKurd – Çiyayê welatê Etiyopyayê yê bi navê Dofanê ku çiyayekî volkanîke teqiya. Çiyayê Dofanê dikeve bakûrê rojavayê payîtextê Adis Ababayê.

Çiyayê Dofanê li herêma Awash Fentale ye û teqîna volkanîk tê de çêbûye û li payîtext Adis Ababayê ji ber teqînê erd hejiyaye.

Di heftên dawiyê de gelek erdhej li Etiyopyayê çêdibin û binecihên deveran xebatên xwe yên tehliyê dewam dikin.