Li Endonezyayê Çiyayê volkanîk yê Ibu teqiya
PeyamaKurd – Li Endonezyayê li eyaleta Malukuyê di çiyayê İbu de teqînên volkanik çêbûn. Piştî teqînan 5 deqe li ser hev bi qederê 5 km bilind xwelî û dûman avêt. Li ser bûyerê serokê navenda Volkanolojiyê û kêmkirina talûkeyan Hendra Gunawan got:
“Hejên volkanîk hê jî gelek zêde ne lewra dibe ku di pêşde teqînekî mezin bibe.”
Rêvebirên cîh, ji hemwelatiyan daxwaz kirin ku ji çiya 5 km xwe dûr bihêlin. Di hefteya borî de roja Înê di çiya de teqîn çêbûye û asta hawarê ji 2 an derxistine 3yan.
Li deverê, navendên hewandinê hatin amadekirin lê heya niha fermana tehiyan nehatiye dayîn. Çiyayê İbu ji asta deryayê 1.325 metre bilinde û ji 120 çiyayên aktif yên volkanik yên Endonezyayê yek e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin