Çiyayê volkanîk yê Taalê teqiya
PeyamaKurd – Teqîna çiyayê Taalê yê volkanîk Fîlîpînê hejand ku çiya dikeve nav çembera agir yê Pasîfîkê. Piştî teqînê, dûman bi qederê 1,5 km yan bilind bû. Di çiya de tevgera sîsmîkî dewam dike. Li ser teqîna çiya, xelkê li der û dorê dijîn tehliya wan dewam dike.
Li gor ragihandina Enstîtuya Volkanolojî û Sîsmolojiyê ya Fîlîpînê asta hişyariyê ji 2 yan derxistin 3 yan û weha got:
“Di kratera bingehîn de tevgereka magnetîk heye ku dikare paşî teqînan bêhtir xwurt bike.”
Rêvebirê Enstîtuyê Renato Solidum jî mijarê weha ragihand:
“Di beşa giran ya kraterê de, magma bi avê re têkil dibe û bûye sedema tevgera freatomagmatîk û teqîn çêbû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin