Çiyayê volkanîk yê Merapiyê teqiya

12 March 2023 00:44 0 dîtin
Çiyayê volkanîk yê Merapiyê teqiya

PeyamaKurd – Çiyayê Merapi yê li Endonezyayê di navbera çiyayên girava Jawayê û Yogyakartayê de ye teqiya û jê lav, teraf û dûman derket. Bilindahiya çiya li dora 2.963 metreye û bi sieta cîh di 12.00an de teqiya.

Çiya heya 7 km yan dûman, teraf û lav avêtiye. Lavên agir heya 1.5 km yan xwuya dike. Hat ragihandin ku teqîna çiya talûkeye lê heya niha kes ji der û dora çiya nehatiye tehliyekirin.

Çiyayê Merapi di sala 2010an de jî teqiyabû û li dora 200 kes can dabûn û gelek kes terka malen xwe kiribûn.