Çiyayê Ubinasê yê li Perûyê teqiya û jiyana der û dor xist talûke
PeyamaKurd – Li başûrê welatê Perûyê ya Latîn Amerîkayê li herêma Moqueguayê, çiyayê agirî an ku volkanîk yê bi navê Ubinasê teqiya. Di encama teqînê de lav û xweliya çiya heya 5,500 metreyan bilind bû û ber bi jîngehên der û dor de yên weka Querapi, Ubinas, Sacohaya, Anascpa, San Miguel, Tonohaya, Huatahua, Huarina, Escacha û Matalaque de diçe. Li herêmê rewşa lezgîn hat sitendin û dixebitin da tenduristiya mirovan biparêzin.
Enstîtuya Jeolojî, Maden û Metalûrjiyê (Ingemmet) ragihand ku teqîn li gor seeta Perûyê di 03.13an de çêbûye û divê li herêma Moquegua ‘rewşa awarte’ bê îlankirin. Serokwezîr Alberto Otarola, li ser teqînê daxwuyanî da û got:
“Bi tedbîran em dikarin tenduristiya xelkê biparêzin. Em berpirsiyariya van bûyeran digrin terefê xwe û bi temamê dezgeyan re em koordîne dibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin