Cohen: Tirkiye bûye sedema serekî herêmî yê kûr li Lîbyayê derkeve
PeyamaKurd – Li Misrê, Balyozê Amerîkayê Jonathan Cohen di televizyoneke Erebî de diyar kir ku di sê mehên dawî de, Tirkiye di navbera 3.500 û 3.800 şerkerên bi pere yên welatiyên Sûriyê bi balafirekê şandiye Lîbyayê.
Wezareta Berevaniya Amerika jî hurgiliyên belavbûna wan şerkeran bi raporekê eşkere kir.
Li gor Cohen eşkere dike, li gor raporê şerekî mezin ê herêmî li Lîbyayê pêk hatiye û Lîbya bûye qada pere, çek û şerkerên biyanî. Herwiha Tirkiye soza welatîbûna Tirkiye û pereyan daye bi hezaran Lîbyayî û Sûriyeyiyên bo li dijî Xelîfe Hefter şer dikin.
Di raporê de hatiye eşkere kirin, Tirkiye bûye sedema şerekî herêmî yê kûr li Lîbyayê derkeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin