Cotkarê Kurd: Ew mala ku di dîmenên wezareta Tirkiyeyê de tê teqandin mala min e
PeyamaKurd – Aşkere bu ku xaniyê ku frokeyên şer ên artêşa Tirk bi bombebaranê rûxandin û dîmenên wî wek hêrişên serkeftina xwe belav kirine, xaniyê cotkarê Kurd Xeyrî Hekîmê ku bi keda 20 salan ji xwe re çêkiriye ye.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, dîmenên teqîna maleke li gundê Dergela Mûsa Begê ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê belav kir.
Cotkarê ji Herêma Kurdistanê Xeyrî Hekîm got: “Ew xaniyê ku di dîmenê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de hatiye belavkirin, xaniyê min e."
Xwediyê wî xaniyê li gundê Dergela Mûsa Begê ku dikeve devera Berwariya Bilind a Kanî Masiyê Xeyrî Hekîm ku niha li Dihokê dijî, bi çavên xemgîn temaşeyî dîmenên teqandina mala xwe dike.
“Min bi keda 20 salan çêkir”
Cotkarê Kurd Xeyrî Hekîm da zanîn ku wî ew xanî bi keda 20 salên cotkariyê çêkiriye û got:
“Min kredî wergirt û min heta niha jî deynê krediyê ku min kêşabû nedaye. Yên din jî min li ser temam kir. Min di derdora 60-70 hezar dolar pare xerc kir heta ku xaniyê xwe temam bikim. Ma êdî ez ê bi çi hest bikim. Bi wêrankirinê hest dikin. Êdî tiştek min nema.”
“Hemû erdê min şewitîn”
Ji aliyê din ve bi hezaran donim zeviyên gundê Dergela Mûsa Begê hatîne şewitandin.
Debara jiyana Reşîd Îsmaîl û malbata wî li ser çandiniyê bû, lê belê niha wek derbeder ew bi tenê û bê dahat mane.
Cotkar Reşîd Îsmaîl jî got: “Min debara xwe bi cotkariyê dikir. Min berhemên xwe yên çandiniyê û ajalên ku xwedî dikirin difrot û debara xwe dikir, lê belê niha ew hemû çûn û tiştek ji wan nema. Em niha ketine ser kolanan. Zêdeyî 6 donim erdê me hebû û hemû cûreyên daran tê de hebûn, lê belê hemû çûn.”
Ava gund hatiye teqandin
Muxtarê Gundê Dergela Mûsa Begê Salih Dergeliyê ku 81 salên jiyana xwe li gundê xwe derbaz kirine, ji ber qedexeya çûnûhatinê nikare biçe gundê xwe û tenê ji dûr ve gundê xwe temaşe dike.
Hêviya mezin a Salih dergelî ew e ku temenê xwe yê mayî li gundê xwe, Dergela Mûsa Begê derbaz bike.
Muxtarê Gundê Dergela Mûsa Begê Salih Dergelî got: “Êdî li gund jiyan nema ye. Ne mirov û ne jî ajal êdî li gund najîn. Hem çavkaniya ava vexwarinê ya gund û hem jî ava ji bo avdaniyê teqandine û av nayê.”
Ji 27 Pûşperê ve ji ber operasyonên artêşa Tirk yên li dijî hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), 8 gundên li rojhilatê Çiyayê Metînayê hatine valakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin