Cotkarên Kurd nehistin ku ereb zeviyên wan dagir bikin
PeyamaKurd - Cotkarên Kurd ên li devera Sergeran ya bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê hewla cotkarên ereb ya dagîrkirina zeviyên xwe pûç kirin.
Qeymeqamê rewa yê nehiya Pirdê ya bajarokê Dûbiz a Kerkûkê, Loqman Husên ji medya Kurdistanê re got, îro danê sibê xelkê çend gundên devera Sergeran kom bûn û hewla cotkarên ereb ya dagîrkirina zeviyên xwe pûç kirin.
Loqman Husên diyar kir, ji dema xiyaneta 16 Cotmeha 2017an ve heta niha ereb dixwazin zeviyên kurdan li devera Sergeran dagir bikin. Hatina ereban bo wê deverê didome. Ereb dibêjin, ew zevî yên wan in û di dema rêjîma Beas de li ser wan hatiye tapokirin.
Qeymeqamê nehiya Pirdê anî ziman ku ereb bi piştevaniya artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî dixwazin kurdan ji wê deverê derxin û dest deynin ser zevî û malên wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin