COVID-19 | Di nexwesxaneyan de cih nema, rêjeya mirin û pêketinê gihîst asta herî bilind

28 March 2021 10:32 0 dîtin
COVID-19 | Di nexwesxaneyan de cih nema, rêjeya mirin û pêketinê gihîst asta herî bilind

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê Aso Hewêzî ragihand, heta nîvê şeva borî herî kêm 11 kesan ji ber koronayê can daye û got, rêjeya mirin û pêketinê ji destpêka şewba koronayê ve gihîştiye asta herî bilind.

Dr. Aso Hewêzî li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand, dohî (27) rêjeya mirina bi koronayê gihîşt asta herî bilind, ji ber ku heta nîvê şevê 11 pêketiyên koronayê can dane.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê da zanîn, gelek kes jî li nexweşxaneyan hatine razandin û êdî di nexweşxaneyan de cih nemaye û ev jî gelekî metirsîdar e.

Berdevkê wezareta tenduristiyê got, mixabin ev rewş ji ber pêbendnebûna welatiyan bi şîret û tedbîrên tenduristiyê pêş hatiye, ji ber wê jî bila her kes şîretan bicih bîne.