COVID-19 | Li Rojava 3 mirin û 5 pêketinên nû hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistdanê Dr. Ciwan Mistefa amarên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Rêveberiya Xweser 5 kesên din (4 jin û 1 mêr) bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî can daye.
Hat diyarkirin ku kesên bi vîrusê ketine kesek li Dêrikê, kesek li Reqa, du kes li li Tebqa û kesek jî Şehba ne.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku ligel 5 pêketi û 3 mirinan 6 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 8 hezar û 571 kesan, hejmara miriyan bû 303 ke û heta niha hezar û 233 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin