Rojava | 3 mirin û 143 pêketinên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

29 August 2021 15:34 0 dîtin
Rojava | 3 mirin û 143 pêketinên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand,  143 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî pê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 3 kesan bi Koronayê can dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 143 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 30 kes li Hesekê, 33 kes li Qamişlo, 18 kes li Dêrikê, 1 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li kampa Holê, 19 kes li Reqayê, 27 kes li Tebqayê, 2 kes li Minbicê, 2 kes li Kobanê û 8 kes li Dêrazorê ne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 19 hezar û 969 kesan, ji wan 1946 kes baş bûne û 780 kes jî mirine.