Rojava | 7 mirin û 269 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amarên 24 demjimêrên borî yên vîrusa koronayê eşkere kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 7 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirine û 269 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Herwiha Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 7 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 35819 kesan, ji wan 2458 kes baş bûne û 1364 kesan jî wefat kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin