Rojava | 15 wefat û 179 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê rewşa dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya îro Çarmeşê ya Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di 24 demjimêrên borî de 15 kes mirin û 179 pêketiyên nû yên vîrûsa Koronayê (Covid-19) hatine tomarkirin ku 5 nexweş jî baş bûne
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 35998 kesan, ji wan 2463 kes baş bûne û 1379 kes jî heta niha wefat kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin