Rojava | 10 wefat û 336 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê rewşa 24 saetên dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di nav 24 saetên borî de 10 kesên din li herêmên wan ji ber koronayê can dane û 336 kes jî pê ketine.
Herwiha hat diyarkirin ku 12 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî hatine ragihandin re, hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 29132 kesan, ji wan 2209 kes baş bûne û 968 kesan jî wefat kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin