Rojava | 9 wefat û 285 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

03 October 2021 18:31 0 dîtin
Rojava | 9 wefat û 285 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin deshilata Rêveberiya Xweser de, di nav 24 saetên borî de 9 kesên din ji vîrûsa koronayê mirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û ragihand, 9 kesan bi koronayê can daye û 285 kesên din pê ketine.

Herwiha hat eşkere kirin ku 11 kes jî ji nexweşiya koronayê baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 28550 kesan, ji wan 2191 kes baş bûne û 953 kesan jî wefat kiriye.