Rojava | 2 wefat û 162 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên deshilatiya Rêveberiya Xweser, 2 kesan ji ber vîrusa koronayê can da û 162 kesên din jî pê ketin.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya îro 11ê Sibatê de eşkere kir, li herêmên rêveberiyê 162 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine ku 91 mêr in û 71 jin in.
Herwiha hat diyarkirin ku 2 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye ku jineke ji Dêrikê ye û kesek jî ji Tebqa ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin