Rojava | 5 wefat û 279 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên dawî de, 5 kesên din ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) mirin û 279 pêketîyên nû hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û eşkere kir, 5 kesan bi Koronayê can daye, 279 kesên din pê ketine û 9 kes jî baş bûne
Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan gihîşt 27296 kesan, ji wan 2140 kes baş bûne û 908 kesan jî wefat kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin