CPJ: Serê Xezzayê ji bo rojnamevanan “serê herî kujer” e

28 October 2023 23:20 0 dîtin
CPJ: Serê Xezzayê ji bo rojnamevanan “serê herî kujer” e

PeyamaKurd – Komîta Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku ji sala 1992an heya niha rêjeya rojnamevanan tê girtin û heya niha, di nav şerên temamê di dinyayê de, şerê navbera Îsraîl û Hamasê yê li Xezzayê yê herî kujer e.

Komîte ragihand ku ji 7ê Cotmehê heya niha 29 rojnamevan jiyana xwe ji dest dane, xizmetên dan û sitendinê hatine birin, mafê agahdarbûnê ketiye talûkê û xeberan reş dikin. Komîte her weha got ku xistina rojnamevanan ya hedefê, sûcê şer e.

Di roja 22yê şer de 2,3 milyon mirov ji mafê danûsitendinê bê parin. Kes nikare ji jimara kuştî û birîndaran agahiyan bistîne û alîkarî û ambulans jî nikarin herin herêmê.