Çûnûhatina Çiyayê Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexe kirin
PeyamaKurd – Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku çûnûhatina bo Çiyayê Gabarê yê dikeve nav sînorên navçeya Basayê bo 15 rojan hate qedexekirin.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hatiye gotin ku Çiyayê Gabarê yê dikeve ser navçeya Basayê weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hatiye diyarkirin û çûnûhatina wê bo 15 rojan hatiye qedexikirin.
Hat diyarkirin ku wê qedexe sibe 27ê Kanûnê dest pê bike û heta 10ê Çileya 2024an dewam bike.
Parêzgariyê hişyarî da ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin derdora Çiyayê Gabarê. Piştî vê biryarê tê çaverêkirin ku artêşa Tirkiyê operasyoneke berfireh li derdora Çiyayê Gabarê li ser PKKê bide destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin