Li Çiyayê Gabarê rojane 5.300 varêl petrol dertê lê hedef 10 hezar varêle
PeyamaKurd – Di sala 2020an de li bajarê Şirnexê li Çiyayê Gabarê rêxistina TPAO ya bi ser wezareta karên enerjiyê û çavkaniyên xwezayî, li herêmê dest bi lêgerîna petrolê kiribû. Piştî petrol hat dîtin niha rojane 5.300 varêl petrol li deverê dertê. Hedefa TPAO yê ew e ku 2 bîrên din jî bixebitînin û rojane hilberîna petrolê derxin 10 hezar varêlî. Parêzgerê Şirnexê Osman Bilgin mijara petrolê weha ragihand:
“Gravîta petrolê zêde ye. Dema em petrola xam dixin depoya traktorê, dikare traktorê bixebitîne. Bi sondajê re niha hêzên me yên asayîşê û TPAO li deverên Cûdî, Gabar, Besta û Katoyê bi hevre li petrolê digerin. Sala were em ê miqdarê hilberînê derxin 25 hezar varêlî. Eger 25 hezar varêl derê, wê aboriya deverê biguhire û mirovên me karibin her cûre karê xwe bikin. Wê herêm bi ewle be. Ji aliyê asayîşê de, dê ti pirsgirêk tinebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin