Li Semsûrê (Adiyaman) rojane 10-11 hezar varêl petrol hildiberînin
PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî Alparslan Bayraktar ragihand ku li Semsûrê rojane 10-11 hezar varêl (bermîl) petrol tê hilberîn û bajarê Semsûrê di hilberîna petrolê de xwedî ciyekî gelek girîng e. Bayraktar bi sedema seredanên fermî çû Semsûrê û parêzgerê bajêr Muhammet Tugar û endamên protokola bajêr pêşwaziya wî kirin. Piştî seredana parêzgehê wezîr tevlî civîna koordinasyona Afetê bû, agahiyên piştî erdhejê ji rêvebiran sitend û ragihandina çapemeniyê kir. Wezîr Bayraktar weha got:
“Semsûr ji bo wezareta me xwediyê ciyekî taybete. Di karê petrolê de ciyê Semsûrê cudaye û inşallah wê di dahatûyê de jî wisa be. Niha em pêdiviya piraniya petrola Tirkiyê ji Semsûrê bidest dixin. Rojane 10-11 hezar varêl petrol li Semsûrê dertê.
Piştî erdhejê me bi awayeka bilez pirsgirêkên elektrîkê, xaz û avahiyên bingehîn çareser kir. Ev her sê kar di bin desthilata me de ne. Li vê derê hevalên me bi xwe bûn mexdûrê erdhejê. Dema me xwest pirsgirêkan çareser bikin, ew bi xwe mexdûrê erdhejê bûn. Ji bo canê xwe û mirovên xwe têdikoşiyan. Me ji derveyê bajêr destekê anî û pêdiviya enerjiyê çareser kir.”
Piştî ragihandina çapemeniyê wezîr çû bajarê konteyniran û seredana wan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin