Me petrola bi miqdarê rojane ku 100 hezar varêlê dît
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li bajarê Konyayê mîtîngekî kir û di gelek mijaran de axifî. Lê babeta balkêş ew bû digot êdî Tirkiye nema di mijara enerjiyê de girêdayê derve be. Wê ji niha û pê de Tirkiye enerjiyê îxrac bike derve. Mijareka girîng ya ku li serê axifî mijara petrolê bû. Erdoğan weha got:
“Me li Cûdî Gabarê petrolê dît ku rojane dikarin 100 hezar varêl petrolê derxin. Keşfa me ya li Gabarê qiymeta wê digihê deh milyar dolaran. Derdê em ew e ku em keşf û veberhênanê bikin da welatê xwe ji girêdana enerjiya derve derxin. Serxwebûna enerjiya welat derxin asta herî bilind.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin