Iraq rojane 10 hezar bermil petrola Kerkûkê disîne Urdinê

01 September 2019 16:04 0 dîtin
Iraq rojane 10 hezar bermil petrola Kerkûkê disîne Urdinê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Hikûmeta Iraqê dest bi hinardekirina nefta Kerkûkê bo Urdinê kiriye ku di navbera herdu welatan de li ser rêkeftin hatiye kirin.

Berdevkê wezareta neftê ya Iraqê Asim Cîhad raghand, rojane 10 hezar bermîl nefta Kerkûkê bi tankeran dê rê bikin Urdinê.

Nefta bê rêkirin ji boriyên nefta Kerkûkê ku gehandine bajarokê Bêcî û ji wê derê ve bi tankeran dê ji Urdinê re bê veguhestin.

Ji bo rêkirina neftê di navbera wezareta nefta Iraq û wezareta wuze ya Urdinê de rêkeftin hat kirin û ji roja 31.08.2019ê ve proseya henardekirina neftê dest pê kir.