Dêrezor | HSDyê Balafirgeha Leskerî xist bin kontrola xwe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Artêşa Sûriyê ji Balafirgeha Leşkerî ya Dêrezorê vekişiyaye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) balafirgeh kontrol kirine.
Çavkaniyên herêmî yên li Dêrezorê ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê ji Balafirgeha Leşkerî ya Dêrezorê vekişiyaye.
Hat destnîşankirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li şûna Artêşa Sûriyeyê balafirgeh xistin bin kontrola xwe.
Têkildarî mijarê hê ji tu aliyan ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin