SOHR: HSDyê Balafirgeha Helebê xist bin kontrola xwe

30 November 2024 15:34 0 dîtin
SOHR: HSDyê Balafirgeha Helebê xist bin kontrola xwe

PeyamaKurd – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Balafirgeha Helebê ya ku ji aliyê hêzên Heyet Tehrîr El-Şam û SNAyê yên bi ser Tirkiyê ve li Sûriyê hatibû kontrolkirin, ketiye bin kontrola hêzên HSDyê.

Hat diyarkirin ku balafirgeha Helebê ya ku ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şamê û hêzên SNAyê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Sûriyeyê bi dest xistiye, ketiye bin kontrola hêzên HSDyê.

Der barê mijarê de heta niha ji aliyê rayedarên fermî û baskê HSDyê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn. 

SOHR: “Balafirgeh ji aliyê hêzên kurdî ve hat kontrolkirin”

Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirov (SOHR)ê dîyar kir ku kontrola firokexaneyê di destê “hêzên kurdî” de ye.

Li gorî SOHRê, piştî vekişîna rêveberiya Sûriyê û Firqeya Çaran, HSD û YPGyê xalên kontrolê yên navbera Şehba û bajarê Helebê û xalên kontrolê yên li taxa Eşrefiye bi dest xistine.

Her wiha, piştî vekişîna hêzên navendî yên Sûriyê ber bi Maskana gundê li rojhilatê Helebê ve, hêzên kurdî ber bi bajarokên Tel Hafer, Tel Aaran û Tel Hasil û gundên din ên gundewarên rojhilatê Helebê ve bi pêş ve çûne.