Îdia: HSDyê Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kontrol kir

30 November 2024 13:28 0 dîtin
Îdia: HSDyê Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kontrol kir

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê ku şer û pevçûn lê berdewam dikin, xistine bin kontrola xwe.

Hat diyarkirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo pêşî li çekdarên Heyet Tahrîr Eş-Şamê bigirin, doh çûbûn Helebê, derbasî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê, bi wesayîtên zirxî xistine bin kontrola xwe.

Nûçeya rojnameger Cemal Baliyê li Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê jêderên serbixwe ve nehatiye teyîtkirin, îdia kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kontrol kirine.