Dadgeha Ewropayê ji bo girtina duyem a Demirtas ji Tirkiyê parastin xwest

01 February 2021 15:46 0 dîtin
Dadgeha Ewropayê ji bo girtina duyem a Demirtas ji Tirkiyê parastin xwest

PeyamaKurd – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) piştî biryara Daîreya Mezin a DMME ya banga berdana Demirtaş, vê carê jî ji bo girtina duyem li ser bûyerên Kobaniyê ji Tirkiyê parastin xwes.

Parêzerê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, Ramazan Demir li ser medya civakî ragihand ku DMMEyê ji bo girtina duyem a Demirtaş a li ser bûyerên Kobaniyê ji Tirkiyê parastin xwestiye.

Demir dibêje, cara yekem DMME pirs dike, çima Dadgeha Makeqanûna Tirkiyê (AYM) tevî girtina domdirêj biryarek li ser madeya 18 ya binpêkirina azadiya ramanê nedaye.

Selahattîn Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edirne ya Tirkiyê girtî ye û ligel biryarên DMMEyê yên ‘derhal berdin’ jî nayê berdan.