Dadgeha Ewropayê biryar da ku Demirtas were berdan

20 November 2018 14:09 0 dîtin
Dadgeha Ewropayê biryar da ku Demirtas were berdan

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana parêzerên Selahattîn Demirtaş îro biryara xwe eşkere kir.

DMME: GIRTINA DEMIRTAŞ BI SEDMÊN SIYASÎ YE

Dadgehê biryar da ku Demirtaş bilez were berdan. Dadgehê diyar kir, girtina Demirtaş li dijî hiqûqa netewî û navnetewî ye û pêwîste were berdan.

DMMEyê herwiha di biryara xwe de diyar kir ku Demirtaş bi hincetên bêdengkirin û çewisandina muxalefeta dijî deshilatdariya Tirkiyê hatiye girtin û tê cezakirin.

Dadgehê dîsa cezayê tazmînatê yê 10 hezar euro manewî û 15 hezar euro jî ji bo lêçûnên darazê bi ser Tirkiyê de sepand.

DMMEyê cara yekem ji bo dozekê biryar wergirt madeya 18an bi sedemên polîtîk hatiye binpêkirinên.